Şamê rojnamevana Alman Eva Maria serbest berda

Şamê rojnamevana Alman Eva Maria serbest berda

PeyamaKurd – Ji bo pêşdeçûnên li Sûriyê bişopîne rojnamevana Alman Eva Maria Michelman di serê salê de çûbû herêmê û heya niha jê ti agahî nebûn. Hêzên Şamê rojnamevanê girtibûn û niha serbest berdan nû dageriya Almanya.

Bi rojnamevan Michelman re rojnamevanê Kurd yê bi navê Ahmed Polad jî hatibû girtin lê rewşa wî û dahatûya wî nayê zanîn. Parêzerê rojnamegerê Roland Meister ji bo ajansa xebaran ya Fransayê AFPê ragihandiye ku:

“Eva Michelman roja Înê serê siba serbest berdan û piştî nîvro gihaye Almanya.”

Birayê rojnamevanê Antonios Michelman ji bo ajansa Almanya ya DPAyê beyan daye û gotiye ku çûne pêşwaziya xwuşka xwe û di ser Urdinê de dageriyaye Almanya. Antonios gotiye ku tevî zahmetiyan jî rewşa xwuşka wê başe lê demekî dirêj di hicra zîndanê de maye.

Her dû rojnamevan ji bo rewşa li Sûriyê bişopînin çûbûn nav sînorê rêvebiriya xweser û piştî şerê HSDê bi Şamê re hatibûn girtin.