PeyamaKurd – Rojnamevanê Fransî Frédéric Leclerc-Imhoff was do li rojhilatê Ukraynayê hat kuştin.
Li gor BFM TV ya Fransî diyar kir, Imhoff di encama ketina parçeyeke bombeyekê de, di dema şopandina operasyona veguhastina sîvîlan de hat kuştin.
BFM TV da zanîn: “Frédéric Leclerc-Imhoff, dema wî operasyoneke mirovahiyê ji nava maşîneke zirxîn dişopand, li nêzî bajarê Sievierodonetsk yê herêma Donbas hat kuştin. Ew 32 salî bû û ji şeş salan vir ve ji bo me dixebitî.”
Serokê Fransî Emmanuel Macron jî li ser Twitterê eşkere kir, Leclerc-Imhoff li Ukrayna bû ku rastiya şer ragihîne.
Macron destnîşan kir: “Li nava otobuseke mirovahiyê, dema bi sîvîlan re ji neçar ji bombeyan Rûsan direvîn, ew hat kuştin.”
Herwiha Macron sersaxî ji malbat, meriv û hevkarên Imhoff re xwest û got, Fransa piştgiriya bê sînor dide wan kesan ku di rewşên dijwar de kesên din agahdar û serwext dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin