PeyamaKurd- Li welatê Çînê tehdîda vîrusa Coronayê her diçe zêde dibe. Heya niha bûye sedema mirina 18 kesan. Herkes dixebite da pêşî li vîrusê bigre. Çîn dixwaze têkiliya bajarê Vûhanê ku vîrus li wê derê destpêkiribû, bi bajarên din re bibire. Ne tenha Vûhan lê her dû bajarên cîranên wê jî ku bi temamî dike 18 mîlyon mirov. Esas ne tenha li Çînê lê ev vîrus li 8 welatan belav bûye.
Heya niha kesên ku bi vîrusê ketine, jimara wan gihaye 639 kesan. Bajarê Vûhanê hatiye dorpêçkirin, barîkat hatine danîn û ketina nav bajêr an derketina ji bajêr hatiye qedexekirin. Balafir ne diçin bajêr û ne ji bajêr radibin. Li derveyê bajêr nexweşxane hatine danîn û nexweşên taybet dibin wan nexweşxaneyan. Bo tedawiya nexweşan jî wê nexweşxaneyeka taybet bê danîn. Heman tedbîr li bajarên cînar yên bi navên Huanggang û Ezhouyê jî hatine sitendin.
Gelek dewletên dinyayê niha bi cîhazên termal ew rêwiyên ku ji Çînê diçin welatê wan kontrol dikin. Eger gumana wan di nexweşînê de çêbibe, rêwiyan dibin karantînayê heya encama bûyerê bidest bixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin