PeyamaKurd – Komên çekdar ên ku artêşa Tirkiyê piştevaniya wan dike, li Efrînê 4 welatiyên din ên sivîl revandin ku aqûbeta wan hîn nediyar e.
Li gorî çavkaniyên herêma Şiyê ya Efrînê, komên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, doh li gundê Senerê yê Şiyê 4 welatiyên sivîl revandin.
Navên welatiyên hatine revandin; Mihemed Henan Eşwanî, Hesen Ehmed Soro, Ebdo Mihemed Ehmed û Kemal Xelîl Mehmûd e.
Herwiha hat ragihandin ku mehek û nîv berê jî li navçeya Cindirês a Efrînê welatiyê bi navê Hisên Elî Hesen hatiye revandin û hîn jî ti agahî derbarê aqûbeta wî de tune ne.
Dîsa heman çavkanî diyar dikin ku welatiyê bi navê Ehmed Mûstefa Cinîd ê ji navçeya Cindirêsê ku çend roj berê hatibû revandin jî aqûbeta wî nayê zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin