PeyamaKurd- Ajansa Reutersê ragihand ku heya leşkerên Amerîka ji Sûriyê venekişin wê Tirkiye operasyona Sûriyê neke. Amerîka biryarê dabû ku wê ji Sûriyê vekişin lê bo roj an tarîxa vekişandinê roj nedabû. Li ser biryara Amerîkayê Tirkiye operasyonê dabû paş.
Şîretkarê Trump John Bolton îro li Anakara bû û ji Tel Avîvê ragihandibû ku heya mafê Kurda li Sûriyê garantî nekin wê ji Sûriyê venekişin. Bolton bi berdevkê serokkomar Îbrahîm Kalın re hevdîtinan kir û ji Ankarayê çû.
Her dû alî li ser tarîxa vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê û li ser mijara sîlihên ku Amerîka daye YPGê an ku daye HSD ê axifîn. Her çendîn Tirkiye dibêje ku temamê amadekariyan wan bo operasyona ser Sûriyê temamin jî lê ajansa Reuters dibêje Ankara gotiye ku heya leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê dernên wê operasyonê nekin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin