PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di rûniştina Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Nûneran de ragihand ku ji ber rêziknameyên qanûnî yên heyî, niha di vê qonaxê de ne pêkan e ku Tirkiye ji nû ve tevlî bernameya balafirên şer ên F-35an bê kirin.
Ev daxuyaniya Rubio wekî bersiv bo Endama Demokrat a Kongreyê Dina Titusê hat ku giliyên xwe li ser peyamên Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack anîbûn ziman û gotibû daxuyaniyên balyoz ên wekî "divê Tirkiye vegere bernameyê" li dijî polîtîkayên demdirêj ên Washingtonê ne.
Rubio bi bîr xist ku derxistina Enqereyê ya di sala 2019an de ji ber kirîna pergala parastina asmanî ya S-400an a ji Rûsyayê û cezayên CAATSAyê ye.
Wezîrê Amerîkî diyar kir, ev ne pirsgirêkeke siyasî lê astengiyeke hiqûqî ye ku di bin Qanûna Desthilatdarkirina Parastina Neteweyî (NDAA) de biryar hatiye dayîn û qada erka îdareya Trump pir sînordar e.