PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio got ku di dema ji nû ve avakirina Şerîda Xezzeyê de wê xelk bi "demkî" li deverên din bi cih bibin.
Rubio derbarê Şerîda Xezzeyê ya li Komara Domînîk de daxuyanî da. Rubio got ku li Şerîda Xezzeyê miqdareke mezin a cebilxaneyên neteqiyayî hene û ew "ne jiyîn" e û dema ku Şerîda ji nû ve were avakirin divê mirov "bi demkî" li deverên din werin veguheztin.
Rubio ji bo ji nû ve avakirina Xezzeyê ji welatên din alîkariyê xwest, "Ralîst e ku ji bo tamîrkirina cîhek bi vî rengî, mirov neçar in ku demkî li cîhek din bijîn."
Herwiha li ser wê yekê ku Filistînî dikarin vegerin Xezzeyê jî daxuyaniyeke zelal neda.
Daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp ên ku gotibû, "Niştecihên Xezzeyê dikarin li welatên din bên bicihkirin" û "DYA wê Xezzê bigire" rastî rexneyan hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin