PeyamaKurd- Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bi sedema ku tankêrên petrolê şandine Venezuleyê û Amerîkyê keştiyên şer şandibû pêşiya wan, aşkera Amerîkayê tedîd kir û got eger tiştek bi serê tankêrên wan were wê bo Amerîkayê arîşeyên mezin çêbikin. Rûhanî di dema ku bi rêya telefonê bi emîrê Qatarê bi Temîm bîn Hamed Al Sanî re di rêya telefonê de diaxifî mijarê aniye ziman. Rûhanî bi awayeka nivîskî weha behsa mijarê kir:
“Tankêrên me yên petrolê li Derya Karayîpê an li devereka dinê ya dinyayê de, eger ji aliyê Amerîkayê de tiştek were serê wan, wê bedela wê bibe ku Amerîka jî arîşeyan bijîn. Em hêvî dikin ku Amerîkayî xetayekî wisa nekin.”
Televîzyona Îranê ragihandiye ku dê sibê 5 tankêrên Îranê bigihên Venezuelayê. Di her 5 tankêran de bi tevahî 1 mîlyon û 53 hezar varêl petrol heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin