Rûsya: Amerîka û alîgirên wê ji birrîna me ya gazê berpirsyar in

Rûsya: Amerîka û alîgirên wê ji birrîna me ya gazê berpirsyar in

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê Zaxarova ragihand ku Amerîka, rêveberiya Kîevê û dewletên ewropî berpirs in ku ji bo piştgiriya aboriya Amerîkayê bextewariya welatiyên xwe kirine qurbanî ji rawestandina şandina gaza xwezayî ya Rûsyayê bo Ewropayê.

Berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di 1ê çileyê de derbasbûna gaza Rûsyayê ya di nava axa Ûkraynayê re bo Ewropayê hatiye rawestandine.

Zaxarovayê bal kişand ser wê yekê ku her çend Gazprom erkên xwe yên girêbestê bi cih bîne jî, lê rayedarên Ûkraynayê biryar dane ku gaza xwezayî ji Rûsyayê bo niştecihên welatên Ewropayê rawestînin, Zaxarovayê diyar kir ku rawestandina şandina enerjiyê ya Rûsyayê hem dê potansiyela aborî ya Ewropayê qels bike û hem jî bandoreke neyînî li standardên jiyana Ewropiyan bike.

Zaxarovayê amaje bi wê yekê kir ku “DYA, sponsora sereke yê krîza Ûkraynayê, ji nû belavkirina bazara enerjiyê sûd wergirtiye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin