Rûsya, balafira her pêskeftî ya îstîxbaratê sand Sûriyê

Rûsya, balafira her pêskeftî ya îstîxbaratê sand Sûriyê

PeyamaKurd- Bi sedema Tirkiyê 3 balafirên rejîma Sûriyê xist, bo tedbîr, Rûsyayê balafira xwe ya herî pêşkeftî şand Sûriyê. Balafira pêşkeftî ya Tu-214 R çavdêriya îstîxabaratî dike û her çendîn yekîneyên leşkerî xwe veşêrin jî dikare wan nas bike û ciyê wan zanibe.

Li gor çapemeniya Rûsyayê; Rûsya balafirê şandine baregeha Hmeymimê û dest bi fira ser herêma Idlibê kiriye.Tu-214R tiştên ku bin erdê de hatne veşartin, yên weka qûmê, berfê, tiştên ji dar û her tiştên ku hatine kamuflekirin, bi radara xwe tesbît dike û wêneyan dişîne navenda fermandariyê. Heman balafir di 2016an de car din şandibûn Sûriyê lê paşî dagerandibûn Rûsyayê ji ber ku Rûsya digot wê ji Sûriyê vekişe.

Balafira navborî li temamê dinyayê tê merqkirin bê balafireka çawaye? Tenha 2 balafir ji wê li Rûsyayê hene. Ya ku şandine Sûriyê xwediyê sîstema elektronîk ya îstîxbaratê ye. Antenên wê, ew sinyalên ku belav dibin xerab dike. Yên weka radarê, firê, radyo, alavên şer, telefonên berîkan û hwd. Balafir dikare li radyo, cîhazên bêtêl an telefonan guhdarî bike bê yekîneyên dijmin ekîpmanên çawa bikar tîne, çi dikin û planên wan çi ne, li temamê sinyalan guhdarî dikin û tesbît dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin