PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê li rojhilatê Ûkrayna li bajarê Lymanê, bi roketan êrîş kir û di encamê de 8 kes mirin û 13 kes birîndar bûn. Li gor ragihandina wezareta karên hundir ya Ûkraynayê; ji bilî 8 kuştî û 13 birîndaran, xaniyekî, avahiya çapxaneyekî û 3 erebe jî şewitîne.
Pêwendîdar tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê şandin ciyê roket lê ketine û birîndaran birin nexweşxaneyan. Parêzgerê Donetskê Pavlo Kyrylenko di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Rûsya, seet di 10.00an de bi gelek roketan li bajarokê me xist. Xaniyekî û kargehekî zerara mezin dîtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin