Rûsya: Dê leskerên rûsî heta pêdivî bi wan hebe bimînin

Rûsya: Dê leskerên rûsî heta pêdivî bi wan hebe bimînin

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû, ‘Pêwîste Rûsya ji Venezuelayê derkeve’ daxuyakirin, ‘Heta ku pêdivî bi leşkerên rûsî hebe dê li Venezuelayê bimînin’.

Zaxarovayê got ku leşkerên rûsî di çarçoveya hevkariya teknîkî ya ligel Venezuelayê li wir dimînin û got, yekîneyên leşkerî yên rûsî heta ku pêdivî bi wan hebe dê li wir bimînin û ti gefeke wan li ser aliyên din nîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin