Rûsya: Em ê ji Tirkiyê bixwazin ku ji Sûriyê derkeve!

Rûsya: Em ê ji Tirkiyê bixwazin ku ji Sûriyê derkeve!

PeyamaKurd- Li Sûriyê çavên her kesî li Idlibê ye. Rûsyayê got ku wextê ku dema wê hat, em ê ji Tirkiyê bixwazin ku leşkerên xwe ji Sûriyê derbixin. Di vê mijarê de em ê israrê jî bikin.

Nûnerê taybet yê Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin yê bi navê Aleksandr Lavrentyev li ser pêvajoya Astanayê axivî û daxuyaniyên girîng dan.

Lavrentyev wiha got: “Herêma ku di bin qontrola Tirkiyê de ye, herêmeke berfireh e. Li vê herêmê Azez û Cerablus hene. Li Idlibê jî hinek berpirsyariyên Tirkiyê hene ku wan bîne cih. Lê belê ji roja roj de me gotiye ku wextê ku wezîfeya Tirkiyê xilas, divê leşkerên xwe ji wir bikişîne. Wextê ku li herêmê ewlehî pêk hat, em ê ji Tirkiyê bixwazin ku leşkerên xwe ji Sûriyê derbixe. Di vê mijarê de em ê israrê jî bikin. Piştî vê re jî pêvajoya pevekirina van herêma wê dest pê bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin