Rûsya: Esed deshilat bi awayê astiyane radest kir!

Rûsya: Esed deshilat bi awayê astiyane radest kir!

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Rûsyaye piştî ku 8ê Kanûnê çekdarên opozîsyonê ketin Şamê û Beşar Esed reviya Rûsyayê bi çend rojan ragihand ku Esed bi awayekî aştîyane deshilata Sûriyê radestî opozîsyonê kiriye.

Wezareta Derve ya Rûsyaye herwiha bang li hikûmeta demkî û komên opozisyonê kir ku rêzê ji hemû pêkhateyên Sûriyê re bigrin û her pirsgirêkê bi siyasetê çareser bikin.

Wezareta rûsî destnîşan kir Rûsya bi hemû komên opozisyona Sûriyê re di nava pêwendiyan de ye.

Cîgirê Wezîrê karê Derve Mikhail Bogdanov jî doh ragihandibû, ew di Desteya Siyasî ya Heyet Tehrîr Şamê re têkiliyan dikin û gotibû, ew hewl didin baregehên xwe li Sûriyê bihêlin û rolekê di şerê li dijî terorê de bilîzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin