PeyamaKurd- Dewleta Çînê ragihand ku batarya sîstema parastina S-400an ji Rûsyayê teslîm girtiye.
Çavkaniyeka leşkerî-dîplomatîk bo çapemeniya Rûsyayê ragihand: “Rûsya di meha gulanê de bi rêya behrê, sewqiyata batarya S-400an bo Çînê kir û peyman hefteya borî di derbarê teslîmatê de hat îmzekirin. Piştî îmzekirina peymanê barê bataryayê bi fermî derbasî mulkiyeta Çîn ê bû.”
Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Çînê Ren Quoqiang jî îro civîna çapemeniyê kir û di civînê de got ku di sewqiyata S-400an de, gihane asta herî dawiyê û her tişt di çarçoveya plan de dimeşe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin