Ukraynayê êrîşî parzûngeha herî mezin a Rûsyayê kir

Ukraynayê êrîşî parzûngeha herî mezin a Rûsyayê kir

PeyamaKurd - Rayedarekî Rûsyayê ragihand ku hêzên Ukraynayê êrîşî mezintirîn parzûngeha petrolê ya li Orskê kiriye û di encamê de parzûngeh dê heta 6 mehan were rawestandin.

Rayedarê Rûsyayê da zanîn ku di êrîşa Ukraynayê ya dûravêj a li dijî parzûngeha mezin a petrolê ya li bajarê Orskê de xebata parzûngehê heta 6 mehan tê rawestandin.

Berpirsê herêma Orenburgê Yevgeny Solntsev daxuyanî li ser li ser medyaya dîjîtal parve kir û got rawestandina parzûngehê dibe ku krîza sotemeniyê li Rûsyayê, bi taybet jî dabînkirina petrolê zêdetir bike.

Parzûngehê nêzî 1300 kîlometre ji eniya şer ve nêzîk e. Ukraynayê di vê hefteyê de êrişî wê kir, di encamê de şewatek li hundirê tesîsê de çêbû.