Ukraynayê êrîşî parzûngeha 2 hezar kîlometre dûr a Rûsî kir

Ukraynayê êrîşî parzûngeha 2 hezar kîlometre dûr a Rûsî kir

PeyamaKurd - Artêşa Ukraynayê ragihand ku wan bi rêya dronan êrîşî Parzûngeha Omskayê ya li kûrahiya Sîbîryayê kiriye ku wekî parzûngeha herî mezin a petrolê ya Rûsyayê tê naskirin.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Giştî ya Ukraynayê, di encama vê êrîşê de ku li herêmeke nêzîkî sînorê Qazaxistanê û nêzîkî 2 hezar û 700 kîlometre dûrî Ukraynayê pêk hatiye, di nav parzûngehê de şewateke mezin derketiye.

Ev operasyon wekî yek ji dûrtirîn êrîşên asîmanî yên Ukraynayê yên ji destpêka şer heta niha tê nirxandin.

Parêzgarê Herêma Omskayê Vitaliy Hotsenko jî bêyî ku navê parzûngehê bide, piştrast kir ku hejmareke zêde ya dronên Ukraynayê gihîştine "herêma pîşesaziyê ya bakurê Omskayê" û tîmên hawarçûnê li ser xebatên kontrolkirina zirarê dixebitin.