Rûsya: “Me li 4 keştiyên bar yên Ûkraynayê xist”

Rûsya: “Me li 4 keştiyên bar yên Ûkraynayê xist”

PeyamaKurd – Wezareta bergiriya Rûsyayê ragihand ku li 4 keştiyên ku barên leşkerî hildigirtin yên Ûkraynayê xistine.

Wezarê ragihand ku erîşên Rûsyayê yên ser lîman û keştiyên Ûkraynayê dewam dikin. Di lîmana Nikolayev (Mıkolayiv) de 3 keştiyên ku sewqiyata leşkerî dikirin û di Derya Reş de 2 keştiyên leşkerî yên ku barên ziwa dibirin, bi dronan li wan xistine.