Rûsya, rojnamevanê Alman Michael Martens xist nav lîsta li wan digerin

Rûsya, rojnamevanê Alman Michael Martens xist nav lîsta li wan digerin

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsya, rojnamevanê Alman Michael Martens xist nav lîsta navdewletî ya ku li wan digerin. Sedema ku Rûsya navê rojnamevan Martens xist nav lîsta di asta navdewletî de ew bû ku rojnamevan Martesn di civîna çapemeniya Belgradê de pirsîbû û gotibû:

“Ji bo mirov bibe alîkarê Ûkraynayê ku karibin zêdetir Rûsan bikujin, divê Ewrûpa çi bike?”

Li ser vê pirsa rojnamevanê rojnama Alman ya bi navê Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) rojnamevan Martens, Rûsya di çarçova qanûna Cezayê Rûsya de, ew xist nav lîsta kesên ‘di asta navdewletî de lê digerin’.

Wezaretê ragihand ku ji ber rojnamevan Martens bi sedema ‘kîn û dijminahiyê tehrîk kiriye’ xistine nav lîstê.

Rojnamevan Martens pirsa xwe di dicivîna Belgradê de ya ku serokkomarê Siribistanê Aleksandar Vucic û serokê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy tê de bûn pirsî bû.