Rûsya tehdîda Amerîkayê ya ser xelkê Kubayê şermezar kir

Rûsya tehdîda Amerîkayê ya ser xelkê Kubayê şermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê rexne li Amerîkayê girt û got ku ew zora DYAyê li ser Kubayê qebûl nakin û eger arîşeyekî hebe dikarin di rêya diyalogê de çareser bikin.

Rûsya got ku Amerîka, serokê berê yê Kubayê Raul Castro bi xistina balafira grûba alîkariya mirovî ya Kubayê ya di sala 1996an de "Brothers to the Rescue” bi xistina balafirê tewanbar dike. Ev tewan jî ji bo zora didin ser Kubayê, ji bo kirasekî qanûnî jê re bibînin dikin.

Di daxwuyaniya wezareta karên derve ya Rûsya de hat gotin ji bo zora xwe ya ser Kubayê zêde bikin keştiya deryayê şandiye Karayipan û got:

“Tê famkirin ji bo li dijî Kubayê mudaxeleya çekdarî bikin ji destê wan çi tê, bi zanîn dikin. Dirûvê kiryarên li venezuelayê lê dixe û ev aşkeraye. Em hewla çemandina Kubayê ya li hember Amerîkayê şermezar dikin. Dijberiyên di navbera Havana û Washingtonê de li ser esasê rêzgirtinê, di rêya diyalogê de dikarin çareser bikin.

Em kiryarên yekalî li hemberê Kubayê qebûl nakin, rêvebiriya Kubayê bi xelkê xwe re di nav hevkariyê de ye û dê van têkiliyan xwurttir bikin.”