Rûsya û Îranê petrola Dêrazorê ya Sûriyê li hev parve kirine

Rûsya û Îranê petrola Dêrazorê ya Sûriyê li hev parve kirine

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên herêmê Rûsya û Îran li herêmên ku zeviyên petrolê di bin kontrola rejîma Sûriyê de ne, petrolê li hev parve dikin.

Li gorî raportan Rûsya zeviyên El-Teym û El-Werd û Îran jî zeviyên El-Hesyan û El-Hemar ên li Dêrazorê kontrol dike.

Hêzên Rûsyayê zeviyên petrolê yên El-Teym û El-Werd ên li Dêrazorê radestî şîrketa Arvada kir ku hikumeta Şamê sala borî derfet dayê ku 2 kargehên parzûnkirinê yên El-Resafe û El-Sahil ava bike.

Çavkaniyên ji Dêrazorê ragihandine ku efserên Rûsyayê bi bazirganê sûrî Husam El-Qatircî û alîkarê wî Hisên El-Satim El-Sultan re civiyane û di wê civînê de Husam El-Qatircî ku xwediyê şîrketa Arvada ye, peymana bikaranîna bîrên petrolê yên El-Teym û El-Werd bi hêzên Rûyayê re heta 5 salan îmze kiriye.

Şîrketa Arvada ya Husam El-Qatircî, Mihemed Bera Qatircî û Ehmed Beşîr Qatircî sala 2018an li Şamê hatiye avakirin.

Arvada şîrketa yekemîn e ku ruxsetê ji serokomariya Sûriyê digire ku li gorî 2 parzûngehên petrolê sala borî bi hevkariya Wezareta Petrolê ya hikumeta Şamê hatiye avakirin.

Wezareta Petrolê bi rêjeya ji sedî 15, şîrketa Salizarshipping a Lubnanê bi rêjeya ji sedî 5 û şîrketa Arvada bi rêjeya ji sedî 80 di vê kargehê de şirîk in.

Herwiha her du zeviyên petrolê yên El-Hesyan û El-Hemar ên li gundewarên El Bûkemalê di bin kontrola Pasdarên Îranê de ne ku bi behanaya îmzekirina peymanên bikaranînê bi hikumeta Şamê re heta 10 salan, qebûl nekir wan zeviyan radestî Rûsyayê bike.

Ji havîna 2020an ve ji dema derxistina DAIŞê di 2017an de hêzên Rûsyayê dest daniye ser zeviyên El-Teym û El-Werd ên li Dêrazorê.

Komên alîgirên Îranê jî zeviyên El-Hesyan û El-Hemar kontrol dikin.

Li gorî amarên rejîma Şamê zeviyên El-Taym rojane 2 hezar û 500 bermîl petrol derdixin.

Zeviyên Dêrazorê jî yên di bin kontrola rejîma Şamê û hevalbendên wê de rojane 4 hezar û 600 bermîl hilberînê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin