Rûsyayê fuzeya nukleerî ya hîpersonîk bicih kir

Rûsyayê fuzeya nukleerî ya hîpersonîk bicih kir

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku wan fuzeya parzemînî ya hîpersonîk a dikare êrîşa nukleerî bike, li depoya pekandinê ya herêma Orenburgê bicih kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Berevaniya Rûsyayê hatiye gotin, xebatên li başûrê Herêm Orenburgê yên li qada Yasnenskiy a moşekên parzemînî dewam dikin û fuzeya hîpersonîk a xwedî kapîsteya êrîşa nukleerî li depoya pekandinê hatiye bicihkirin.

Wezaretê diyar kiriye ku wê fuzeya Avangard kêrhatina hêzên stratejîk ên nukleerî zêde bike û ew fuze ji aliyê sîstemên berevaniya dijminan ve jî nayê tespîtkirin.

Tê diyarkirin ku fuzeya xwedî serika hipersonik leza wê ya deng digihe 20 qatan û heta 9 km bilindahiyê jî dikare bifire. Serokê Rûsyayê Vlardimîr Pûtîn çekên Avangard wekê çekên nayên têkdan pênase kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin