Rûsyayê hisyarî da Amerîkayê!

Rûsyayê hisyarî da Amerîkayê!

PeyamaKurd Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova daxuyaniya berê ya Qesra Spî bi bîr xist ku tevî piştgiriya Amerîkayê ya ji bo bombeyên goşeyî yên ji Ukraynayê re, bikaranîna vê bombeyê sûcê şer e.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir, Berdevka berê ya Qesra Spî Jen Psaki di 28ê Sibata 2022an da gotina "Bikaranîna bombeyên goşeyî sûcê şer e" bi kar aniye.

Zaharova bi bîr xist ku piştî sal û nîvekê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan di civîna çapemeniyê ya li Qesra Spî de niyeta xwe ya şandina bombeyên goşeyî bo Ukraynayê ragihand û diyar kir, ew li benda daxuyaniya Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre ne.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan da zanîn, ew ê Ukraynayê bêparastin nehêlin û ew ê piştgiriyê bidin çekên goşeyî yên ji bo welêt.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin