PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat ragihandin ku wan êrîş biriye ser depoya pergalên moşekên HIMARSê yên Amerîkayê dabûn artêşa Ukraynayê û ev êrîş bûye sedem ku santrala hîdroelektrîkê zerarê bibîne.
Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku di 12ê Tebaxê de de pergalên moşekên HIMARSê yên Amerîkayê ku ji artêşa Ukraynayê re hatibûn şandin, hatine jinavbirin û vê êrîşê re jî bandoreke neyînî li santrala hîdroelektrîkê ya li Kakhovkayê kiriye.
“Xetereya karesatê heye”
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku ji 6 beşên santralê, 3 jê hatine girtin û dibe ku ev yek rê li ber rawestandina hilberîna elektrîkê û veguhestina avê veke. Her wiha bal hat kişandin ku dibe ev bandor bi awayekî neyînî li ser sarkirina reaktorên nuklera Zaporijyayê jî bike. Bi berdewamî hat eşkerekirin ku ev yek dê tenê nebe sedem ku elektrîka herêmên di bin destên Ukraynayê de qut bibe, dibe ku rê li ber karesateke hawirdorê jî veke.
Piştî êrîşa ku hat kirin, Rusyayê Ukrayna tawanbar kir û Ukraynayê jî Rusya tawanbar kir. Niha ji bo ku çavdêriyeke serbixwe ya navneteweyî li ser herêmê bê kirin, ligel Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA)yê guftugo tên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin