Rûsyayê li Sirteyê sewqiyata leskerî bo hêzên Hefter kir

Rûsyayê li Sirteyê sewqiyata leskerî bo hêzên Hefter kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê li dorûbera bajarê Sirte yê stratejîk sewqiyateke leşkerî bo piştgiriya hêzên Xelîfe Hefter kir.

Li gorî zanyariyan, di nav wê sewqiyata leşkerî de pergalên moşekên parastina asmanî Pantsi-S1 jî hebûn ku dîmenên wê sewqiyatê hatin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye, hêzên hikûmeta Wîfaq a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve naskirî ku Tirkiye piştgiriya wan dike, van rojan hewil didin operasyona kontrolkirina bajarê Sirteyê pêk bînin.

Tirkiyê ragihandiye ku heta Sirte neyê radestkirin ew agirbestê qebûl nakin.

Welatên Fransa, Rûsya, Misir, Erebistana Siûdî û Îmarat piştgiriya Hefter dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin