Serowezîrê Hollandayê Mark Rutte got ku tevî pirsgirêkên navbera wan û Tirkiyê, ji aliyê aborî de têkiliyên navbera wan gelek qewîne.
Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte li payîtexta Almanya axifî. Li gor weşana DW yê; di rojeva serokwezîr de pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Awrûpayê û têkiliyên Tirkiyê-Hollanda hebûn. Rutte got ku endamtiya Tirkiyê li ser bicîhanîna krîterên Kopenhagêne û weha got: “Divê bi teqwîmekî ve nê girêdan. Ya girîng ew e ku dewleta dixwaze bibe endam, krîteran bîne cî.”
Rutte, li ser dijberiya navbera Tirkiye û Hollanda ya vê dema dawiyê got: “ Têkiliyên me yên aborî hêjî xurt in. Lê di navbera me de meseleyên dualî hene ku divê bên çareserkirin. Pirsgirêkên navbera me nabe asteng bo xebata me ya bi hevre, di Neteweyên Hevgirtî û NATOyê de.”
Hollanda, bo referandûma 16 Nisanê îznê nedabû siyasetmedarên Tirkiyê û ev mijar bûbû krîzek di navbera her dû dewletan de. Hem mijara komkujiya Ermenan ya 1915an ku di parlementoya Hollanda de bi erênî derbas bû, bû mijareka din ya bi pirsgirêk di navbera wan de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin