PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte, bersiva rexneyên ku di şerê navbera DYA û Îranê de ji ber destekê nedane DYAyê bersivand. Rutte got ku NATO ne di nav têkiliyên yekalî de ye, welatên Ewrûpayê destekê dane operasyonên leşkerî yên Amerîkayê.
Rutte, qebûl kir ku hinek endamên NATOyê di destpêkê de hinek hêdî tevgeriyane lê Trump ji bo surprîzê xerab neke, di derbarê êrîşê de agahiyê nedaye hevkariyê.
Rutte, raveyên xwe li Washingtonê di Enstituya Reagan de kir û behsa desteka Ewrûpayê kir. Behsa çerxa hevkariyê kir ku çawa dimeşe û desteka ku kirine ya lojîstîk û bareghan kir ku destekê dane DYAyê.
Rutte got: “ Dema yekîneyên DYA, Ewrûpa û Kanada li Afganistanê milmilane şer kirin, ev ne hevkariyekî yekalî bû.”
Li ser hevkariya Ewrûpayê got ku hevkar hema her tiştên DYA dibêje dikin. Ji bo DYA nehêlê Îran di mesela nuklerî de bi ser bikeve, dema ez li Ewrûpayê dinêrim, tişta ez dibînim, gelek desteka bargehan, lojîstîk û yên din dane DYAyê. Ji bo NATO kî xwurt û Ewrûpayê, em serokatiya DYAyê sivik nabînin.”