PeyamaKurd - Li Dêrsima Bakûrê Kurdistanê, ciwanekî zavayê xwe û xwarzê xwe kuştin, kesek birîndar kir û paşê xwe jî kuşt.
Bûyerê li mezraya Karaçavuş a ser bi gundê Kovuktepe yê navçeya Xozat a Dêrsimê rû da.
Li gor zanyariyan ciwanê bi navê Çetîn Yildiz, di saetên êvarî de çû ber deriyê mala zavayê xwe û li wê derê di navbera wî û zavayê wî Muslum Guneş û xwarzê wî Engîn Guneş de niqaş derket.
Hat diyarkirin ku niqaşa di navbera wan kesan de mezin bû û paşê Çetîn Yildiz, bi tifinga nêçîrê ku bi xwe re biribû, gule li Muslum Guneş, kurê wî Engîn Guneş û gundiyê bi navê Şîrîn Guneş barandin.
Li gor zanyariyan di encama wê êrişê de Muslum Guneş û kurê wî Engîn Guneş li cihê bûyerê cane xwe ji dest dan.
Kesê bi navê Şîrîn Guneş jî, ewilî bo nexweşxaneya navçeyê paşê ji ber ku birînên wî giran bûn bi helîkoptera leşkerî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpetê hat veguhastin.
Tîmeke cendirmeyan li cihê bûyerê lêkolîn birêve birin û hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike û heya niha derbarê sedema rûdana vê bûyerê de zanyariyek nehatiye bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin