PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: "Em ji yê ku terorîstan tercîhî hevkarê xwe dike re dibêjin oxir be"
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Trabzonê di civîna berfireh a Encûmena Şêwirê ya AK Partiyê de axivî û behsa qeyrana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de kir û wiha axivî: "(Liva di dovîzê da) Ez ji Trabzonê îlan dikim, me lîstika we dît û em dibêjin de werin meydanê.”
Erdogan: "Tişta bi provokasyon û darbeyê nikaribûn bikin niha hewl didin ku bi pareyê bikin. Ev bi eşkere şerê aboriyê ye."
Serokomar Erdogan: "Em ê teslîm nebin. Heger hûn bi dolarî va bi ser me da werin, em ê jî ji xwe ra li rêyên din bigerin da ku karê xwe bimeşînin."
Erdogan: "Yê ku hevkarî û mutefîqiya xwe ya stratejîk a bi welatekî 81 milyonî re ji bo têkiliyên xwe yên bi rêxistinên terorê feda dike ra em dibêjin 'Hadê oxir be".
Serokomar Erdogan: "(Amerîka) Tu radibî û dixwazî ji bo keşeyekî ku bi rêxistinên terorê ra peywendiya wî heye, Tirkiyeya 81 milyonî feda bikî. Qusûrê nenihêre, wekî dewleta hiqûqê çi bivê, em ê jî wî bikin."
Erdogan: "Armanca operasyonê ew e ku ji aboriyê bigre heta siyasetê di hemû qadan de teslîmgirtina Tirkiyeyê ye."
Serokomar Erdogan: "Heger yên ku wisa ser ra difikirin ku mesele bi tenê kura dovîzê, keşeyê ku tê darizandin û baca hesin û alumînyûmê ye, bira biwarqilin û bi xwe va werin."
Serokomar Erdogan: "Em ê berê xwe bidin bazar, hevkarî û tifaqên nû û em ê wisa bersivê bidin yên ku li hemberî hemû dinyayê cenga bazirganiyê dan destpêkirin û welatê me jî kirin nava vê yekê."
Erdogan: "Ew niha rihê me kur dikin, lê nizanin ku sibê wê zêdetir bê."
Serokomar Erdogan: "Me welat, bang û alaya xwe ku em wekî namûsa xwe dibînin, teslîmî emperyalîstên ku xayin, nemerd û terorîstên di nava me da wekî maşe diemilînin, nekir."
Erdogan: "Em careke din li hemberî lîstikeke siyasî û dizî hatin. Bi îzna Xwedê emê ji vê jî bi serkeftî derkevin"
Serokomar Erdogan: "Di amadekariyan da em gihîştin qonaxa dawîn ku em li Sûriyeyê herêmên nû li herêmên ku me bi Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va ewlekarî lê ediland, zêde bikin. Em ê înşelah di kurtedemekê da ciyên nû jî azad bikin û ewlekariyê lê biedilînin. Heya niha hejmara kesên ku vegeriyan ciyên ku me ewlekarî lê ediland, derket çaryeka milyonê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin