PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, di hevpeyvînekê de, li ser mijarên girîng yên Kurdan, bi taybetî jî Kurdên Sûriyê axivî û got, Biden dikare di proseya çareseriya Sûriyû de roleke girîng bilîze.
Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî, do ji VOAyê re axivî û got, ew bi hatina Serokê Amerîka Joe Biden kêfxweş in û ew hêvîdar in ku di bin rêvebirîya wî de şaşîtiyên ku berê hatine kirin, dê werin rast kirin.
Mazlûm Ebdî herwiha da zanîn: "Em hêvî dikin, rêveberiya nû ya Amerîkî, di pêvajoya çareserkirina şerê navxweyî ya Sûriyê de roleke erênî bilîze û ji me re bibe alîkar ku herêmên rizgarkirî bibe xwediyê statuyekê. Divê mafên gelê Kurd û gelên din yên herêmê, bi rêka qanûnan werin parastin û Washington di vî warî de dikane roleke girîng bilîze."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin