PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser, 76 kesên din bi vîrusa korona (Covid-19) ketin û 3 kesan jî can da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 2 kes li Hesekê û kesek jî li Qamişlo ji vîrusa koronayê can daye.
Mistefa eşkere kir, 76 kesên din bi korona ketine ku li Hesekê: 19, li Qamişlo: 22, li Dêrikê: 6, li Amûdê: 4, li Dirbesiyê: 4, li Reqa: 10, li Tebqa: 10 û li Şehba jî kesek e.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 9 hezar 297 kesan, hejmara mirinan bû 361 kes û heta niha hezar û 275 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin