AKP: Li Stenbol me qezenc kirîye, em dê îtîraz bikin

AKP: Li Stenbol me qezenc kirîye, em dê îtîraz bikin

PeyamaKurd – Serokê AKPê yê şaxa Stenbolê Bayram Şenocak daxuyanîyek da û amaje kir ku bi 3 hezar û 870 dengan li pêşîya namzedê CHPê yê Stenbolê Ekrem Imamoglu ne û bi ser ketine.

Bayram Şenocak amaje kir ku ku bi 3 hezar û 870 dengan li pêşîya namzedê CHPê yê Stenbolê Ekrem Imamoglu ne û li Stenbolê wan qezenc kiriye. Şenocak da xuyakirin ku ew dê ji bo 290 hezar dengên ku nehatine hesibandin îtîtaz bikin. Şenocak, “hevkarên me dê îtîraz bikin. Li gorî amarên berdestê me bi 3 hezar û 870ê dengan em li Stenbolê bi ser ketine.”

 Ji alîyê din ve Ekrem Imamoglu daxuyanîyek nû da û dîyar kir ku ferqa di navbera wî namzedê AKPê Yildirim da 28 hezar û 27 deng e.

Herweha Serokê Lijneya Bilind a Tirkîyê (YSK) Sadi Guven bi daxuyanîyekê dîyar kir ku namzedê CHPê Ekrem Imamoglu li pêş e.

Li gorî amarên dawî yên YSKê rewşa dawî ya Stenbolê wiha ye

Ekrem Imamoglu: 4.159.650

Binali Yildirim: 4.131.761

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan derbarê encamên hilbijartinan da duhî li Enqerê nirxandinek kiribû û gotibû em bibînin bê wê çawa birêve bibin, “Erdogan, “Gelê me şaredarîya bajarê nezin ji dest dabe jî şaredarîya navçeyan daye AK Partîyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin