157 koçber ji nav Derya Spî hatin rizgarkirin

157 koçber ji nav Derya Spî hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Li Derya Spî nêzîkî Grava Amorgos a Yunanistanê belemeke ku ji bajarê Izmîrê yê Tirkiyê ber bi Îtalyayê ve diçû û 157 kes tê de ji noqbûnê hat rizgarkirin.

Hat zanîn ku hejmareke zêde ya koçberan ji Îzmîrê li belemekê siwar bûne û ber bi Îtalyayê ve ketine rê û piştî demekê li nêzîkî Girava Amorgos a Yunanistanê ji ber bayê zêde av çûye nav belema koçberan ku ji aliyê Fermandariya Hêzên Parastina Peravên Tirkiyê ve bi şandina keştiyeke bar hatine rizgarkirin.

Koçberên hatine rizgarkirin piraniya wan Afganî bûne û 157 koçber piştî rizgarkirinê bo Bendera Çeşmeyê ya Tirkiyê hatine şandin.

Herwiha li gorî medya tirk 9 kes jî bi tohmeta qeçaxçîtiya koçberan hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin