25 koçberên ji Kobaniyê yên asê mabûn hatin rizgarkirin

25 koçberên ji Kobaniyê yên asê mabûn hatin rizgarkirin

PeyamaKurd - 25 welatiyên ji Kobaniyê ku bi rêya Îmaratê çûbûn Îranê û ji bo bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bibin li ser sînor asê mabûn, hatin rizgarkirin.

Li gorî zanyariyan, vîzeya derbasbûnê ya wan welatiyan tunebû û di vîdyoyên xwe yên 25ê îlonê nav rojê belav kiribûn de diyar kiribûn ku ew sê çar roj in bê av û xwarin li ser sînor in û rastî tundiyê hatine.

Piştî ku wan kesan banga alîkariyê li Serok Barzanî kiribûn, jêderekî taybet ji Soranê da xuyakirin ku ew ciwan hatine rizgarkirin.

Hate zanîn ku niha li Soranê ne û pêdiviyên wan ên sereke yên wekî av û xwarinê hatine peydakirin.