PeyamaKurd - Berprisekî Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku divê Enqere dest ji pergala parastina moşekî S-400an berde da ku bi Washingtonê re rû bi rû nemîne.
Berpirsê Amerîkî diyar kur eger Tirkiye heger S-400an berde, dikare ji aloziya bi Amerîkayê re xelas bibe û dîsa vegere ser maseyê û wiha got: “Em dizanin 2 bijarte li pêş me hene, yan em bi pêş de biçin yan jî emê bixwe moşekên S-400 wêran bikin.”
Berpirsê Amerîkî teqez kir ku îhtimala cezakirina Tirkiyê ji bo S-400an jî hê li ber e.
Amerîkayê berî niha jî gelek caran Amerîkayê ji bo vê yekê hişyarî daye Tirkiyê ku van moşekan nekire, ji ber bi sîstemên NATOyê re bihev nakin.
Di hevdîtina dawî ya Trump û Erdogan de, hatibû ragihandin ku Enqere dixwaze ji S-400an xelas bibe, lê ew jî li beramberî ku Washington moşekên Patirot bifiroşe Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin