Tarîfa gumrikê ya Amerîka ya li ser zeyta Tirkiyê, îxracata zeytê kir xeterê

Tarîfa gumrikê ya Amerîka ya li ser zeyta Tirkiyê, îxracata zeytê kir xeterê

PeyamaKurd – Bazara DYAyê ji Tirkiyê gelek zeytê dikire lê ji ber Amerîka gumrika zeytê ji bo Tirkiyê derxistiye %12,5an û gumrika zeyta welatên Yekîtiya Ewrûpayê jî li %10an hiştiye, gelek zahmete ku Tirkiye di bazara Amerîka de bi welatên YE re reqabetê bike.

Serokê hewldanerên ciwanan ya oda bazirganiya navça Ayvalik a Tirkiyê Mustafa Kürlek ragihand ku tarîfa gumrikê ya Amerîkayê bi nisbet tarîfa ji Îspanya û Tûnisê re daniye, rewşa îxracata zeyta Tirkiyê dixe talûkê.

Hilberîna zeyta li herema Egeyê gelek zêdeye, ferqa navbera gumrika Tirkiyê û Îspanya ji bo Tirkiyê %2,5 ferq dikevê û piştî xercên navlûnê jî dikeve ser ferqê, ferqekî mezin di navbera bihayê zeyta Tirkiyê û welatên raqîb de dertê ortê.

Li gor agahiyên Mustafa Kürlek daye çapemeniyê; %28ê îxracata zeyta Tirkiyê diçe Amerîkayê. Ne tenê zeyt lê her weha di berhemên îxracata Tirkiyê de, dikare di bazara Amerîka de bandora neyînî li îxtracata Tirkiyê ya ji bo Amerîkayê bike. Bi taybetî ji ber îxracata Îspanya û Tûnisê ya dikin Amerîkayê.