Ji Amerîkayê dorpêçên bo Îranê: Şîrketeke Tirkiyê jî kete lîsteyê

Ji Amerîkayê dorpêçên bo Îranê: Şîrketeke Tirkiyê jî kete lîsteyê

PeyamaKurd - Wezareta Xezînê ya DYAê ragihand ku di çarçoveya berfirehkirina dorpêçên li ser Îranê de, li dijî tora sûc a navendeke wê li Hindistanê ku bi belavkirina alên sexte ji bo keştiyên petrolê yên Îranê re mijar e, biryara cezakirinê hatiye standin.

Di vê çarçoveyê de li ser 13 kes û şîrketan dorpêç hatine sepandin. Her wiha Wezaretê diyar kir ku şîrketeke navendeke wê li Tirkiyeyê ku xizmetên erdî daye balafirên Îranî yên di bin dorpêçê de, ew jî xistine nava lîsteya reş.

Li gorî daxuyaniyê, tora ku ji aliyê welatiyê Hindistanê Suniel Kumar Sharma ve tê birêvebirin, bi salan e ji bo keştiyên petrola Îranê belgeyên qeydê û alên sexte yên welatên wekî Guyana, Esvatini û Malavî amade kiriye.

Ev biryar di çarçoveya "Operasyona Tecrîda Aborî" ya rêveberiya Donald Trump de hatiye girtin ku armanc dike çavkaniyên darayî yên Îranê yên ji bo fînansekirina çalakiyên li herêmê bên birîn.