PeyamaKurd - Balyozê Iraqê yê li Îranê Yasir Ebd Zehra Hehac ji ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê re ragihand ku di nava 24 demjimêrên pêş de firokexaneya navneteweyî ya Necefê dê dîsa ji geştên asmanî yên bi Îranê re vebe.
Hehac diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hêsankirina hatûçûna di navbera her du welatên cîran de di nava hewldaneke berdewam de ye.
Balyoz her wiha destnîşan kir ku heta niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tu biryareke fermî ji bo rawestandina geştên firokewaniyê yên bi Îranê re nehatiye girtin.
Herwiha diyar kir ku hin kompaniyên firokewaniyê ji ber tirsa cezayên Amerîkayê bi dilxwazî xizmetên xwe ranewestandine.
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku roja înê rêveberiya firokexaneya Necefê ragihandibû ku wan geştên xwe yên bi Îranê re rawestandine.