PeyamaKurd – Wezareta xezînê ya Amerîkayê bi sedema karên fînansê yên têkildarê bi Îranê re hêsan kiriye banka veberhênanê ya bi navê Golden Global Yatırım Bankası û 2 ortaxên wê xist nav lîsta givaşê.
Banka kiryaran qebûl nekir û got ti têkiliya wê bi kes û dezgeyên navborî re, ne raste rast ne jî bi ti awayekî têkiliya bankê bi wan re nebûye.
Her çendîn lêpirsîna li ser meselê dewam jî dike, wezareta xezînê ya Amerîkayê beşa OFACê, di 4ê Êlûnê de Golden Global Yatırım Bankası A.Ş., Golden Global Portföy Yönetimi A.Ş. û Golden Global Varlık Kiralama A.Ş. xistiye nav lîsta givaşê.
Li gor ragihandina Bloombergê; wezîrê xezînê Csott Bessent berê jî li ser givaşê axifiye û gotiye wê bankayên navborî ku sermaya wan digihê 34 milyon dolarî, dê bi givaşê re rû bi rû bimînin.
Wezareta xezînê ya Amerîkayê dibêje ku banka navborî bi 10 milyon dolaran hêsanî xistiye nav karên artêşa Îranê, Hêza Qudsê.
Di biryara wezaretê de heye ku heyiyên her sê dezgeyan bidin bloke kirine û têkiliya dezgeyên Amerîkayê yên bi van bankayan re tên qedexekirin.