DYA bi sedema çekan ji Îranê re amade dikin, biryara givaşê danî ser 9 kes û dezgeyan

DYA bi sedema çekan ji Îranê re amade dikin, biryara givaşê danî ser 9 kes û dezgeyan

PeyamaKurd – Wezareta xezînê ya DYAyê bi sedema ji Îranê re çekan amade dikin û fînansê temîn dikin, ku navenda wan Hong Konge, givaşê danî ser 9 kes û dezgeyan û wan xist nav lîsta givaşê. Wezîrê xezînê Bessent got ku DYA makîna şer ya Îranê roxandine.

Wezaretê ragihand ku kes û dezgeyên navborî desteka amadekirina çekan didin artêşa Îranê û wezareta lojîstîkê ya artêşa Îranê. Wezîr Scott Bessent li ser mijarê got:

“Di rêya hedefa aboriyê de, torên desteka çekan didin artêşa Îranê, me derbê li wê torê xist. Xezîne heyiyên rejîma Îranê rawestandiye. Derba mezin li aboriya Îranê xistiye û makîna şer ya Îrane roxandiye. Xezîne, dê rê nade desteka artêşa Îranê.”