PeyamaKurd- Brîtanya li ser kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı ji aliyê Erebistanê de, nerazîbûna xwe derxistibû asta bilind lê niha deng ji Brîtanyayê dernayê. Hat ragihandin ku piştî kuştina Kaşıkçı, Erebistan ji Brîtanyayê bi bihayê 11.5 mîlyon sterlînî sîlih kiriye. Hetta di wan rojan de di çapemeniyê de hat ragihand ku dema Brîtanya bi peyaman nerazîbûna bo kuştina Cemal Kaşıkçı diyar dikir, heyeteka wan li Erebistanê bazara sîlihan dikir.
Li gor ragihandina televîzyona Brîtanî Sky News ê; di nava 3 mehên piştî kuştina Kaşıkçı de, Erebistan ji Brîtanyayê bi bihayê 11 mîlyon 414 hezar û 54 Sterlînî sîlih kiriye. Di nûçeyê de hat ragihandin ku dibe miqdarê bazirganiyê zêdetir bûbe.
Di nav sîlihên ku Erebistanê ji Brîtanya kiriye, sîlihên ku di zirxan de derbas dibin, alavên elektronîk yên şer û cîhazên ku teqemenyan tesbît dikin û wan bê bandor dikin hene. Televîzyon van rêjeyan ji rêjeyên Brîtanya yên wezareta bazirganiya navdewletî girtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin