Meres | Li ser parçeyek erd bûk û kurê xwe kust

Meres | Li ser parçeyek erd bûk û kurê xwe kust

PeyamaKurd - Li parêzgeha Mereş (Gumgum) a Bakurê Kurdistanê, zilamekî li ser nakokiya bo erdekî kurê xwe û bûka xwe kuşt.

Li gorî zanyariyan kesê bi navê Dursun M. ku temenî wî 57 sal e, di peywendiyeke telefonî de bi kurê xwe Adem M. re li ser pirsgirêka eraziyê nîqaş kiriye.

Piştî vê nîqaşê, dema kurê wî yê 29 salî ji bajarê Antalyayê vegeriya mala bav, dîsa nîqaş di navbera wan de derketiye û vê care ew nîqaş veguheriye şer û Dursun M. bi tivingê kurê xwe û bûka xwe ya bi navê Meryem M. kuştiye.

Piştî bûyerê cenderme çûne cihê bûyerê û Dursun M. desteser kirin û şandin ber dadgehê.

Herwiha termên kur û bûkê jî piştî karûbarên otopsiyê bo axê hatin spartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin