PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Pasevanî yên Ser Sînorê Herêma Kurdistanê ku ser bi Hikûmeta Iraqê ve ye, Lîwa Şêrko Zengene da xuyakirin, PKK hincetan dide Tirkiyê ku navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran bike.
Lîwa Şêrko Zengene ji malpera KDP.infoyê re ragihandiye û gotiye: “Em wek hêzên pasevanî ser sînor rojane Hikûmeta Iraqê ji ziyanên Herêma Kurdistanê agahdar dikin, ji ziyanên madî û heya bi ziyanên canî, lê hinceta Tirkiyê ji wan topbaran û bobebaranan ew e ku PKK li wan navçeyan e.”
Zengene wiha axivî: “Em bi rêya Hikûmeta Iraqê berdewam Hikûmeta Tirkiyê agahdar dikin ji ziyanên navçeyên sînorî, ji ber ku ziyaneke mezin dighê xelkê navçeyên sînorî û ew xelk di rewşeke pir xerab de ne û berdewam di nava tirsê de ne.”
Lîwa Şêrko Zengene destnîşan kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanêjî berdewam ligel Tirkiyê behsa vê pirsê dike, ji bo ku wê bordûmanê rawestînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin