Hevpeymaniyê li ser bingeha serbazî ya li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Hevpeymaniyê li ser bingeha serbazî ya li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê diyar kir, di erka wan ya li Herema Kurdistanê, Sûriye û Iraqê de, tu guhertinek çênebûye û li Herema Kurdistanê, bingeheke serbazî ya nû nehatiye avakirin.

Li gor hin ajansên Ereb û navdewletî, Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin pêşengiya Amerîkayê de ya li dijî DAÎŞê, Bingeha Serbazî ya Herîrê ya li Hewlêrê nû kiriye û berfireh kiriye.

Li ser mijarê, Maseya Çapemeniyê ya hevpeymaniyê bersiveke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Mîsyona Yekîtiya Hêza Erka Hevpar - Operasyon Bibiryarî ya Xwezayî nehatiye guhertin. Hevpeymanî li heremê bingehên nû yên serbazî ava nake. Di avahiyên heyî de xebatên çêkirina rûtîn ên ji bo temîrkirin, parastin û başkirinên gelemperî hene.”

Herwiha Hevpeymanî di daxuyaniyê de destnîşan kir, di derbarê ji holê rakirina DAIŞê ya li Herema Kurdistanê, Iraqê û Suriyê bibiryar e û wiha berdewam dike “ Hevpeymanî ji bo ku DAIŞê têk bibe, dê piştgiriya wê ji bo hevkarên wê berdewam be. Hevpeymanî li Hewlêrê bo ku şêwirmend rasterast têkilî û hevahengiya hêzên Pêşmerge bikin, navendek hate damezrandin. Wekî din, bi riya Fona Hînkirin û Alavê (CTEF) ji bo ku şiyanên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê pêşbixe piştgirya amûr û darayê dide.”

Herwiha Maseya Çapemeniyê ya Hevpeymaniyê li ser alîkariya Pêşmergeyan û hêzên ewlehiya Iraqê de jî dibêje: “Di Cotmeha 2020an de bi bihayê 4 milyon dolar, di Mijdara 2020an de jî 6 milyon dolar alab û amûrên serbazî bexş kirine.Di Berfenbara 2020an de ji 40î zêde otomobîlên serbazî teslîmî Pêşmergeyan kirine. Hêzên Hevpeymanî, ji 2015an vir de, 850 milyon dolar alîkariya Pêşmerge û hêzên ewlehiya Iraqê kirine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin