PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îranê Emîr Hatemî ragihand ku wan bi Rûsya û Çînê re peymanên kirîna sîlihan îmze kirine û çawa dorpêça Neteweyên hevgirtî li ser Îranê biqede, wê peyman bikevin dewrê. Hatemî got wê peyman piştî rabûna dorpêçan bikevin dewrê û weha ragihand:
“Me bi Rûsyayê re peymanên ku hêzên me yên esmanî xurt bikin îmze kir. Em naxwazin li herêmê bikevin nav pêşbirka sîlihan. Pêşbirka sîlihan herêmê kiriye kûra barûdê. Bo li herêmê îstîqrar çêbibe, em amade ne bi her welatê Kendavê re peymana sîlihan çêbikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin