PeyamaKurd - Li Amerîkayê bagera Florence gihîşt bakurê Carolînayê.
Bagera Florenceê ku ev bi rojan e bûye rojev, gihîşt Wrightville Beacha bakurê Carolînayê.
Ji ber wê bagerê li bajarê New Bern avê bi ser malan de girt, 200 kes hatin xilaskirin û 150 kes asê mabûn.
Li gor Navenda Afetê li bakûr û başûrê Carolînayê 500 hezar kes bê elektîrîk man û 26 hezar kesan jî xwe spartine deverên ewle.
Hat ragihandin ku ji ber wê bagerê barana ku divê 8 mehan de bibare, dê di nava 2-3 rojan de bibare.
Hefteya borî li Carolînaya Bakur, Carolînaya Başûr û Vîrginyayê rewşa acil îlan kiribûn û ji bajaran biryara texliyekirina 1,7 milyon kesî hatibû dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin