PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 9ê Çileyê asayîşa Silêmaniyê ya bi ser YNKê de, avêt ser ser cafe û pirtûkxaneya Xezelnûs û sînemaya Salim a bajarê Silêmaniyê nahêle ti kes biçe wan.
Çavkaniyên ji Silêmaniyê radigihînin ku îro Çarşemê hêzeke çekdar a asayîşa YNKê avêtiye ser cafe pirtûkxaneya Xezelnûs a bajarê Silêmaniyê û deriyê cafeyê hatiye daxistin.
Çalakvan û nivîskarê li bajarê Silêmaniyê Mihemed Cebar li ser rûpela facebookê ragihand, ew hêza asayîşa YNKê li pêş deriyê serekî yê cafe û pirtûkxaneya Xezelnûs û sinema Salim li Silêmaniyê hatine belav kirin û nahêlin ti kes nêzîk bibe.
Hêjayî gotinê ye, piştî lihevkirina YNK û Tirkiyê ya dijî hebûna PKKê li Silêmaniyê, ev demeke komele, rêxistîn, partî û dezgehên civakî yên alîgirên PKKê têne girtin û asayîş nahêle li wan deran karê xwe bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin