6 sal û 3 meh ceza dan saredarê Cizîrê

6 sal û 3 meh ceza dan saredarê Cizîrê

PeyamaKurd- Şaredarê Cizîrê yê HDP yî Mehmet Zırığ ji aliyê wezareta karên hundir yê Tirkiyê de ji wezîfê hatibû girtin û niha dadgehê 6 sal û 3 meh ceza dayê.

Dadgeha ku 79 kesan didarizand biryara xwe da û şaredarê berê yê Cizîrê jî di nava wan de ye. Tewanbariya ku dozger bo wan dikir, endamtiya PKK/KCK ê bû. Darizandina wan li dadgeha cezayê giran ya 5 emîn ya bajarê Meletiyê bû.

Dadgeh bo 68 kesan ji “endamtiya rêxistina çekdar” di navbera 6 sal û 3 meh û 10 salan de ceza da. 11 kes jî beraet kirin. Bo şaredarê berê yê Cizîrê Mehmet Zırığ jî 6 sal û 3 meh ceza da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin