Li Efrînê gora helbestvanê Kurd hat sikandin

Li Efrînê gora helbestvanê Kurd hat sikandin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve ku bûne sedema bi hezaran binpêkirinan ji dema dagirkirina Efrînê ve heta niha, vê carê jî gora helbestvanê kurd Bavê Gulê şikandin.

Li gorî wêneyên ji Efrînê hatine belavkirin, gora helbestvanê Kurd Bavê Gulê (Arif Xelîl) yê li gundê Kosa yê li navçeya Bilbilê ye rastî êrîşê hatiye û hatiye şikandin.

Hatiye zanîn, ji ber ku li ser gora helbestavan Bavê Gulê helbesteke wî ya bi zimanê zimanê kurdî hatiye nivîsandin, gora wî rastî wê êrîşê hatiye.  

Helbestvanê kurd Bavê Gulê  di sala 2012an de koça dawî kiribû, 2 berhemên wî yên bi zimanê Kurdî (Pend û Şîretên Kurdî û Hawar û Hêvî) hene.

Li Efrîn a bajarê Rojavayê Kurdistanê ku ji Adara 2018an ve hatiye dagirkirin, heta niha bi hezaran bûyerên binpêkirinan bi destê komên çekdar bi berdewamî pêk tên û ji bilî revandin, îşkence û girtinan hejmarek sivîlên Kurd jî hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin