PeyamaKurd – Nivîskarê Rojnameya Siûdî ku li Londonê weşanê dike ragihand, ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de ji serdozgerê Erebistanê Siûdiyê wirdetir tiştek negot.
Ridvan Esseyidê Nivîskarê Rojnameya Erebistana Siûdiyê el-Şerq el-Ewsat ku li Londonê weşanê dike diyar kir: “Der heqê rojnamevan Cemal Kaşikçi ku li Serkonsolosiya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê hatibû kuştin, ez bi meraq li hêviyê bûm bê wê (Erdogan) çi bêje. Lê belê tiştên ku Serokkomarê Tirkiyê gotin, ne tiştên ku beriya hingî me nedizanîbûn û ne tiştên ferq bû jî ji ragihandina serdozgerê Erebistana Siûdiyê. Tenê di vê axaftinê de sê tişt li ser zêde kir. Evana jî, got ku kuştin bi qest hatiye kirin, lêpirsîna cesedê kuştî kir û daw kir ji bo kûjer li Stenbolê bêne darizandin.”
Esseyid, lê belê di serî de medyaya Ewropa û Qeterê gelek medyayên cîhanê rastî hêvî şikestinekê hatin. Lewra evana li hêviyê bûn ku Erdogan rêvebirên Erebistana Siûdiyê şermezar bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin